Li Îranê çalakiya karkeran berbelav dibin

Li Rojhilatê Kurdistanê çalakiyên kolber û kesibkaran ev 8 roj in didomin, her wiha li gelek bajarên Îranê jî karker li ser piyan in.

Li rojavayê Başûrê Îranê, li bajarê Dezfûlê çalakiyên karkeran roja Şemiyê kete roja pêncan. Karker ji ber sedema ku ev çend meh in mehmiza wan nadin wan çalakiyan dikin.

Li Abadanê jî xebatkarên şaredariyê bi sedema ku mehmiza wan ev çend meh in nadin wan çalakiyek kirin.

Li Rojhilatê Kurdistanê Sinê jî li gel kolber û kesibkaran xebatkarên ‘Industrîal Town No3’  piştî ku hevalekî wan ji kar hate standin grev kirin.

Li bajarê Sarvbadê ya Îranê jî karkeran ji bo ku mehmiza xwe nestandine çalakî kirin.

Înê li bajarê Kazerûnê bi hezaran karker derketin kolanan û ev 5 roj in bê navber çalakiyan dikin. Şêniyê bajêr li Mizgefa Mezin hatin cem hev, li dijî wê plên derketin ku rejîm dixwaze bajêr bike du beş. Medyaya fermî gotibû heta plana ku bajêr dike Ku du beş bi encam bibe çalakî qedexe ne.

Şêniyên bajêr û karkgeran gotin, ‘’Gelê Îranê yê birûmet, pişta me bigirin’’, ‘Kazerûna birûmet, li rûmeta xwe xwedî derkevin’, ‘Ji wê rojê, ku me rahişte çekan bitirsin. Heke îxanet li me were kirin ji bo rejîmê wê bibe dojeh’, ‘Em hazir in ku berevaniya Kazerûnê bikin.’’