Li Îranê bi dehan bawermendên Bahaî hatin girtin
Civaka Bahaî ya Navneteweyî (CBN) ku li Neteweyên Yekbûyî berjewendiyên hindikahiya Bahaî diparêze, diyar kir ku bi dehan endamên Bahaî li Îranê hatine girtin ku yek jê 90 salî ye.
Civaka Bahaî ya Navneteweyî (CBN) ku li Neteweyên Yekbûyî berjewendiyên hindikahiya Bahaî diparêze, diyar kir ku bi dehan endamên Bahaî li Îranê hatine girtin ku yek jê 90 salî ye.
Komara Îslamê ya Îranê ku Şîatî ola dewletê ye, Bahaiyan weke yên ji rê derketî û 'sîxurên' Îsraîlê dibîne. Ji ber ku cihên dîrokî yên Bahaiyan li Hayfa ya li bakurê Îsraîlê ne, ji bo vê îdîayê weke hincet tê nîşandan.
Li gorî CBN'ê, hefteyên dawî 60 endamên Bahaî li Îranê hatin girtin. Her wiha 180 caran lêpirsîn û serdegirtin hatin kirin.
Di nava kesên hatin girtin de Camaleddîn Hancanî yê 90 salî jî heye ku beriya niha deh salan girtî mabû.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku ev endamê berê yê koma Bahaî ya belavbûyî roja Yekşemê tevî keça xwe Marîa hate girtin.
Nûnerê CBN a li Neteweyên Yekbûyî Sîmîn Fahandej daxuyaniyek da çapemeniyê û got, "Li Îranê sînorê zilma li Bahaiyan nîne."
Wezareta Îstîxbaratê ya Îranê jî roja Yekşemê bi daxuyaniyekê diyar kir ku tevî Hancanî neh endamên civaka Bahaî hatine girtin. Wezaret van kesan bi sextekarî û spîkirina pereyên reş sûcdar dike.
Bahaî li ser şopa Bahaûllah e ku sala 1817'an li Îranê ji dayik bû. Bahaûllah weke damezrînerê ola yek xwedayî û pênberê ola yekîtî û wekheviyê tê dîtin.
Baweriya wan berevajî Xiristiyanî, Yahûdîtî û Zerduştiyê, ji aliyê rayedarên Îranî ve nayê naskirin. Bahaîtî ku tê îdîakirin li tevahiya cîhanê zêdeyî 7 milyon bawermendên xwe hene, xwe weke hindikahiya olî ya herî mezin a ne misilman a li welêt pênase dike.