Li Îranê beriya salvegera serhildanê zext zêde bûn

Li Îranê salek berê piştî qetilkirina Jîna Amînî serhildanek hatibû destpêkirin. Beriya salvegera serhildanê zext zêde bûn.

Di 16’ê Îlona 2022’an de ji ber ku bi navê Jîna Amînî re roportajek kiriye, rojnamevan Nazîla Maroofîan cara çaremîn hatibû girtin, salekê cezayê girtîgehê û 15 milyon tumen jî cezayê pere lê hatibû birîn. Maroofîan herî dawîn di 30’ê Tebaxê de dîsa hatibû girtin.

Nazîla Marofiyan ku ji 1'ê Îlonê ve li Girtîgeha Evînê di greva birçîbûnê de ye, di malpera nûçeyan a "Rouydad24"ê de dixebitî.

Rojnamevan Marofian bi rêya parêzerên xwe ragihandibû ku li girtîgehê rastî lêdanê hatiye û ji ber vê yekê dest bi greva birçîbûnê kiriye.

APÊ JÎNA EMÎNÎ HATE DESTGÎRKIRIN

Safa Elî yê ku apê Jîna Emînî ye, di 5'ê Îlonê de di serdegirtina malê hatibû destgîrkirin. Nayê zanîn ku Safa Alî birine ku derê.

HUNERMEND YARRAHÎ SEWQÎ GIRTÎGEHA EVÎNÊ HATE KIRIN

Mehdî Yarrahî yê ku ji ber bi strana xwe ya li dijî serînixumandina bi darê zorê ya li ser jinan, hatibû girtin sewqî Girtîgeha Evînê ya Tehranê hatibû kirin. Ev girtîgeh bi êşkenceya xwe dihat rojevê. Yarrahî di 30’ê Tebaxê de bi sûcdariya ‘straneke qedexe weşandiye’ bi fermana dozgerê Tehranê hatibû girtin.