Li Îranê berê êşkence piştre jî cezayê îdamê

Li Îranê sê girtiyên siyasî piştî ku êşkenceyeke giran li wan hate kirin, cezayê îdamê li wan hate birîn. Kesek jî bi qamçiyan hate cezakirin.

Dadgeha Bilind a Îranê cezayê îdamê yê Îsmaîl Şeyh Bakşî yê 24 salî, Mûhammed Şeyh Bakşî yê 20 salî û yê hemwelatiyê Pakistanê Hayatûllah Nîkzehî yê 26 salî erê kir.

Her sê kesên ku li bajarê Zahedanê hatin darizandin bi sûcê ‘Dijminatiya Xwedê kirine’ (Muharebeh) hatin mehkûmkirin.

Îsmaîl Bakşî û Hayatûllah Bakşî ligel ku berê bi çekê hatibûn birîndarkirin jî, hatibûn girtin. Li gorî çavkaniyên mûxalîf ên Îranê îsot bi birînên van girtiyan hate dayîn û derzî li organên wan ên zayendî re hatine kirin.

Di meha Sibatê de li Îranê bi kêmanî 12 kes hatin îdamkirin. Di meha Çileyê de jî 21 kes hatibûn îdamkirin. Li gorî mûxalîfan di sala 2017’an de 544 kes, di sala 2016’an de 553 kes û di sala 2015’an de jî 966 kes hatine îdamkirin.

LI NAVENDA BAJÊR CEZAYÊ 100 QAMÇIYAN

Li bajarê Reştê jî kesek cezayê 100 qamçiyan lê hate birîn. Kesê bi navê M.Gh li bakurê welat hate qamçîkirin. M. Gh bi sûcê cînayet û diziyê tê sûcdarkirin. Ji ber ku alkol jî vexwariye ew ê 80 qamçiyên din jî li wî bidin.