Li Îranê barana dijwar rê li ber lehiyê vekir

Li Îranê di sed salên dawî de barana herî dijwar bariya û li Bakurê Îranê rê li ber lehiyê vekir. Hat zanîn ku ji ber lehiyê herî kêm 20 kes birîndar bûn.

Bakurê Îranê her tim bi barana dijwar re rû bi rû dimîne. Roja yekşemê barana dijwar bariya û bi taybetî jî bandorê li bajaroka Astara ya Eyaleta Gîlanê ku li ber perava Deryaya Hezarê ye kir. 

Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Îsnayê, Serokê Rêveberiya Qeyranê Amir Moradî diyar kiriye ku li Astarayê 271 mm av ketiye û ev jî di sed salên dawî de rêjeya herî zêde hatiye dîtin. 

Li gorî agahiyan li Astarayê herî kêm pirek hilweşiyaye û ekîbên rizgarkirinê ji bo alîkariyê bidin mexdûran hatine seferberkirin. Hat zanîn ku ji ber lehiyê herî kêm 20 kes birîndar bûne. 

Di sala 2022’yan de jî ji 31 eyaletên Îranê li 21 eyaletan lehî rabibû û herî kêm 96 kes jiayan xwe ji dest dabûn.