Li Îranê balafira rêwiyan a Ûkraynayê kete xwarê: Zêdeyî 170 kes mirin

Li Îranê, balafira şîrketa hewayî ya Ûkraynayê Boeîng 737 kete xwarê. Di balafirê de ku zêdeyî 170 kes hebûn kes nefilitî.

Hate ragihandin, balafira rêwiyan a şîrketa rêyên hewayî ya navneteweyî ya Ûkraynayê, demeke kurt piştî ku ji balafirgeha navneteweyî ya li Tehranê bi hewa ket, li bajarê Şahrîar ê li rojava destpêkê agir pê ket û piştre kete xwarê.

Serokkomarê Ûkraynayê Volodîmîr Zelenskî ragihand, rêwî û personelên di balafira Boeîng 737 de hemûyan jiyana xwe ji dest dane.

Li gorî rayedarên Ûkraynayê di balafirê de 167 rêwî û 9 personel hebûn. Balafir ji Tehranê diçû Kîevê.

Sedema dramê nayê zanîn, lê belê di demekê de ku aloziya nabera DYE û Îranê giran bûye rû da. Ajansa nûçeyan a Farsê diyar kir ku balafir ji ber pirsgirêkên teknîkî dibe ku ketibe.