Li Îranê ajokarên qemyonan ketin grêvê

Li Îranê van rojên dawî li dijî polîtîkayên hikûmetê gelek sektoran ketine grêvê û çalakiyan dikin. Herî dawî li eyaletên Kûzîstan û Îsfahan ajokarên qemyonan dest bi grevê kirin.

 Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, li bajarên Benderî Hûmeyî û Benderî Mahşarhr ên eyaleta Kûzîstanê û eyaleta Kûzîstan ajokarên qemyonan li dijî polîtîkayên rejîma Îranê ketin grêvê.

Hate diyar kirin ku şert û mercên ajokaran gelek giran e û bi polîtîkayên hikûmetê re rewşa aborî hê girantir bûye.

Ji bilî grêva ajokaran ev çend heftî ne ku li bajarên Rojhilatê Kurdistanê jî Kurd polîtîkayên birçîhiştinê ya rejîma Îranê bi çalakiyan şermezar dikin. Li bajarên din jî karker ji ber mûçeyên xwe nagrin û her ku diçe rewşa jiyanê girantir dibe çalakiyan dikin.