Li Îranê 1556 kes ji ber koronavîrusê mirin

Serokê dînî yê Îranê Alî Hamaney pêşniyaza alîkariyê ya Serokê DYE’yê Donald Trûmp red kir. Li gorî agahiyên fermî li Îranê 1556 kes ji ber koronavîrusê mirine.

Li Îranê ji ber koronavîrusê 1556 kes mirine û 20 hezar û 610 kes jî nexweş ketine. Li gorî gelek pispor û mûxalifan jî bîlançoya rastîn zêdetir e.

Li gorî çavkaniyên mûxalif vîrus li 201 bajaran belav bûye û 8 hezar û 800 kes mirine. Li gorî îddîayan bi tenê li bajarê Kûmê 1300 kes mirine.

Serokî dînî Alî Hamaney jî îddîa kir ku vîrus ji aliyê DYE hatiye afirandin.  Hamaney pêşniyaza alîkariyê ya Serokê DYE’yê Donald Trûmp red kir û got ku “Li gorî gumanan DYE berpirsê vê vîrusê ye û dixwazin bi vê re dermanên xwe belav bikin.”