Li Îngilistanê lêpirsîna têkildarî 'qirêjiya hewayê'

Têkildarî qirêjiya hewayê li Îngilistanê lêpirsînekê dest pê kir.

Di sala 2013'an de li Londonê piştî krîza giran a astimê Ella Adoo-Kîssî-Debrah a 3 salî jiyana xwe ji dest dabû. Têkildarî mirina Debrah guman ji qirêjiya hewayê ya li bajêr tê kirin. Doza ku malbata Debrah di sala 2014'an de dabû destpêkirin, sala 2019'an ji nû ve bû mijara lêpirsînê.

DIBE KU YA YEKÊ BE

Bi israr tê gotin ku mirina Debrah ji ber qirêjiya hewayê ya li bajêr e. Malbata Ella ya biçûk di rûniştinên dozê de ku doh dest pê kir û wê du hefteyan dewam bike, dixwaze ku ev rastî bê qebûlkirin û ji bo sedema mirina keça wan bê nivîsandin ku 'ji ber qirêjiya hewayê' miriye.

Eger dadgeh biryarê bide ku Ella ji ber qirêjiya hewayê miriye, ev biryar wê hem di dîroka welêt de hem jî li cîhanê bibe biryareke nû.

HER SAL BI MILYONAN MIROV JIYANA XWE JI DEST DIDIN

Li gorî lêkolînan, mirovên il bajarên ku qirêjiya hewayê lê zêde ye, bi nexweşiyên bêhnstandinê dikevin. Hefteya derbasbûyî têkildarî bajarê Strasboûrgê yê Fransayê lêkolînek hatibû wşeandin û hatibû ragihandin ku li bedena zarokên li deverên nêzî rê dimînin partîkulên zerarê dide mirovan hatine tespîtkirin.