Li Îngilistanê bi hezaran bijîşk dikevin grevê
Li Îngilistanê ku rewşa aboriyê ne baş e û her tişt gelek buha bûye, bijîşk xwe amadeyê ketina grevê dikin.
Li Îngilistanê ku rewşa aboriyê ne baş e û her tişt gelek buha bûye, bijîşk xwe amadeyê ketina grevê dikin.
‘’Bijîşkên jûnîor’’ ku statuya wan a pîşeyî stajyerî ye, çend meh in ku pir dikevin grevê û lew ma gelek randevûyên tibî yên ne lezgîn taloq dibin.
Li gor sendîkaya BMA’yê nûnertiya bijîşkên nexweşxaneyan dike, wê bijîşk 13’ê Tîrmehê pênc rojan li ser hev bikevin grevê.
Hema bibêje nîvê bijîşkên nexweşxaneyên Îngilistanê, bijîşkên jûnîor in.
Ji BMA’yê Robert Laûrenson û Vîvek Trîvedî, got: ‘’Di dîroka NHS’yê de em greva herî demdirêj a bijîşkan radigihînin.’’
Sendîka dixwazin ku heqê bijîşkan ji sedî 35 zêde bibe, hikumet li ber radibe.
Li gor daneyên BMA’yê, meha Nîsanê ku bijîşk ketine grevê, 7,42 milyon nexweş mane li bendê ku tedawî bibin û tedawiya zêdeyê sê milyon kesan jî bi mehan e ku dereng dibe.