Li Çînê zêdeyî 40 milyon mirov di karantînayê de ne

Piştî daxuyaniya Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ku diyar kir, ji bo ragihandina rewşa lezgîn a navneteweyî hîn zû ye, rewşa li Çînê girantir bû. Zêdeyî 40 milyon mirov xistin karantînayê.

Li gorî bîlançoya fermî, vîrûsa ku di nava meha Kanûnê de li bajarê Wûhanê der bû, bi giştî bi 830 kesî ketiye û 26 kesî jiyana xwe ji dest dane.

Ji ber Sasla Nû ya Çînê ya 25'ê Çileyê fikar hene ku vîrûs bi lez belav bibe. Normal bi sedan milyon mirov di sala nû de cih diguherînin.

Rayedaran roja Pêncşemê bajarê di pratîkê de Wûhanê xistin karantînayê ku nifûsa xwe 11 milyon e. Şêniyên bajêr ji tirsa vîrûsê ji malên xwe dernakevin. Seferên trenê rawestiyan, rê hatin girtin.

Li gorî medya navneteweyî 13 herêmên li Wûhanê pêwendiya xwe bi cîhanê re hatiye qutkirin. Li wan herêman jî zêdeyî 41 milyon mirov hene.

Rewş roj bi roj giran dibe. Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê rojên Çarşem û Pêncşemê li Cenevreyê bi lezgînî li hev kom bû û ragihand, ku rewş ji bo Çînê lezgîn e, lê belê ji bo li qada navneteweyî rewşa lezgîn bê ragihandin hîn zû ye.