Li Çînê pîrozbahiyên sala nû hatin qedexekirin

Ji bo pêşî li belavbûna vîrûsa kujer a li Çînê bê girtin, rayedaran hewldanên xwe zêde kirin. Nêzî 40 milyon kes di karantînayê de ne.

Li Çînê ji ber vîrûsa korona ku di dawiya sala 2019'an de derkete holê heta niha 41 kesî jiyana xwe ji dest dan û 40 milyon mirov jî ketin karantînayê. Li gelemperiya welêt pîrozbahiyên Sala Nû ya Heyvê jî doh hatin betalkirin.

Nexweşiya ku ji ber vîrûsa korona rû da, di Kanûna 2019'an de li bazareke bajarê Wûhanê der bû ku bajarekî li herêma navîn a Çînê ye. Heta niha 41 kes ji ber nexweşiyê mirin. Rayedaran doh eşkere kirin ku 1300 kes bi nexweşiyê ketine.

Hate ragihandin ku ji bilî Çînê li DYE'yê kesekî duyemîn nexweş ketiye. Li Fransayê jî 3 kes rakirin nexweşxaneyê.

Ajokarekî taksiyê yê bajarê Wûhanê anî ziman ku ew ji pîrozbahiyên sala nû yên îsal 'gelekî ditirse' û diyar kir, mirov ditirsin ku ji mala xwe derkevin derve. Bajarê Wûhanê ku nifûsa xwe 11 milyon e ji roja Pêncşemê ve di karantînayê de ye.

Li Pekînê jî wezîfedarên metroyê bi kincên xwe yên parastinê, tîna bedena mirovan ên dikevin stasyonê dipîvin.

Li gorî salnameya Çînê, îsal wê Çîn derbasî "Sala mişk" bibe. Ji ber betlaneya sala û û ger û geşta bi sedan milyon mirovî fikar hene ku nexweşî û vîrûs belav bibe.

Rayedaran diyar kirin ku deverên sembolîk mîna, Bedenê Çînê û gorên Mînglan bi temamî hatine girtin. Her wiha stadyûma ku di sala 2008'an de ji bo Olîmpiyadên Pekînê hate çêkirin heta 30'ê Çileyê hatiye girtin. Li Pekînê veguhêziya ji bo 'Sîteya Qedexe' ji roja Pêncşemê ve qedexe ye. Pîrozbahiyên sala nû yên li Parkan jî qedexe ne.

Dîsneyland a li Şangayê deriyên xwe girtin. "Le Cîrqûe du Soleîl" a navdar a Kanadayî jî ragihand ku li ser daxwaza rayedaran wan xwepêşandanên xwe betal kirine.

Li bajarê Wûhanê ger û geşta bi wesayitên hewayî, bejahî, deryayî bi temamî qedexe ye. Li vî bajarî hema bêjin ku mirov qet ji malê dernakevin. Firoşgeh bi temamî girtî ne, li bajêr mirovên derkevin derve jî neçar in ku maskeyê bidin ber rûyê xwe.

Tê texmînkirin ku piştî demekê wê pirsgirêka av û xwarinê li bajêr rû bide.

Li nexweşxaneyên bajêr doktor û hemşîre bi kincên parastinê tîna bedena mirovan dipîvin. Nexweşxane tijî bûne û ji 3'ê Sibatê ve beşeke nû ya ji bo hezar kesên din li nexweşxaneyê hatiye zêdekirin.

Li gorî nûçeya AFP'ê pêwendiya mirovên li 13 herêman bi dinyayê re qut bûye. Tê texmînkirin ku li her 13 herêman 41 milyon mirov hene. Di çarçoveya tedbîran de qedexe ye ku mirov bi rengekî komî li hev bicivin û wesayitên veguhêziya giştî bi kar bînin.

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê vê gavê ji bo cîhanê hişyariya lezgîn nake. Rêxistin pêşniyarê dike ku ger û geşt neyê kirin û dibêje ku divê lib alafirgehan sîstema ku vîrûsa korona teşhîs bike bê danîn.

Rayedar dibêjin ku derziya li dijî vîrûsê jî di mehên havînê de dikarin bên ceribandin.