Li Çînê ji ber teqîna li kana komirê 14 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li kaneke komirê ya li başûrê rojhilat ê Çînê ji ber teqîna grîzû 14 karkeran jiyana xwe ji dest dan.
Li kaneke komirê ya li başûrê rojhilat ê Çînê ji ber teqîna grîzû 14 karkeran jiyana xwe ji dest dan.
Teqîn li kana komirê ya li Gûanglong a li wîlayeta Gûîzhoû Sêşemê pêk hat.
Li gorî daxuyaniya walîtiyê 7 karkerên madenê bi saxî hatin rizgarkirin, lê belê du kes hîn di kanê de asê man. Hate ragihandin ku 14 karkerên kanê jiyana xwe ji dest dan.
Beriya çend rojan li kaneke li wîlayeta Sîchûanê jî ji ber av li kanê qewimî 5 karkeran jiyana xwe ji dest dan û 13 karker jî li kanê asê man.
Maden çavkaniya herî mezin a enerjiya Çînê ye, lê li vî karî qezayên mezin her tim diqewimin.
Di meha Mijdarê de li wîlayeta Shanxî ya li bakurê Çînê ji ber teqîna grîzû 15 karkerên kanê jiyana xwe ji dest dan.