Li Çînê ji ber şiliya zêde 33 kes mirin

Li Çînê ji ber şiliya zêde kesên ku mirin bûne 33, 8 kes jî winda ne.

Êvara sêşemê li bajarê Cengcou ji ber baran zêde metro di bin avê de ma, bi sedan mal hatin hilweşandin.

Gelek kes ji ber rabûna avê xwe li cihê bilind girtin.

Li gorî nûçeya CCTV'ê ku spartine ser rayedarên xwecih li eyaleta Heanê ya paytext Cengcou bi kêmanî 33 kes mirin, 8 kes jî ji 16'ê Tîrmehê û wir ve winda bûn. Beriya niha hatibû gotin 25 kes mirine û 7 kes winda ne.

Her wiha li 200 hezar hektarî zad tine bû û texmîn ew e ku 1,22 milyar yen (160 milyon Euro) ziyana madî çêbûye.

Hate gotin şilî heta Înê wê bidome. Li aliyê bakur, li hin herêmên eyaleta Hebeî yê li dora paytexte jî alarman sor hate dayin.