Li Çînê ji ber baran û lehiyê 78 kesan jiyana xwe ji dest dan
Di encama baranên tund ên li bakurê Çînê de, hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane gihişt 78’an.
Di encama baranên tund ên li bakurê Çînê de, hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane gihişt 78’an.
Li bakurê Çînê hîna şert û mercên hewayê xerab in. Baranên tund ev car bû sedema hezîna erdê.
Li gorî medyaya fermî roja Şemiyê li gorî saeta herêmî di derdora saet 18.00’an de gundê Weîzîpîng ê li başûrê paytexta eyaleta Şensî Xî’an ma din avê de.
Ji ber hezîna erdê li gundê li çiyê du mal hilweşiyan, rê, pir, torên elektrîkê û hin binesaziyên din zirar dîtin.
Li gorî bîlançoya nû ku Yekşemê hat dayîn, di vê hezîna erdê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan û hîna agahî ji hin kesan nayê girtin.
9’ê Tebaxê beşekî eyaleta Hebeî yê li bakurê Çînê ji ber baranên tund di bin avê de mabû û zêdeyî 20 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.
Di dawiya meha Tîrmehê de lehiyên ku di encama bahoza li herêma Pekînê çêbûn, bû sedem ku 33 kes jiyana xwe ji dest bidin.
Ji 31’ê Tîrmehê û vir ve ji ber baranên li bakurê welêt, hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane gihişt 78’an.