Li Çînê hejmara qurbaniyên vîrûsa Korona 2 hezar kes derbas kir

Li Çînê hejmara mirovên ji ber vîrûsa Covîd-19 (Vîrûsa Korona) jiyana xwe ji dest dan 2 hezar derbas kir.

Bîlançoya Covîd-19 ku di dawiya meha Kanûnê de li bajarê Wûhan ê eyaleta Hûbeyî ya Çînê rû da, giran dibe. Li Hûbeiyê ku Wûhan jî di nav de ye 132 kesên din jiyana xwe ji dest dan. Bi vî rengî hejmara qurbaniyan gihîşt 2 hezar û 13 kesî.

Li gorî rayedaran 2 hezar kesên din jî bi vîrûsê ketin û hejmara mirovên bi vîrûsê ne 74 hezar kes derbas kir. Rêjeya mirovên ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest didin 2,7 ji sedî ye ku ev rêje gelekî bilind e. Li welatên derveyî Çînê jî heta niha 900 nexweşên bi vîrûsê hatin tespîtkirin û 5 kesî jiyana xwe ji dest dan.

Di daxuyaniya dawî ya Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) de hate ragihandin ku rêjeya mirina ji ber vîrûsa Korona di nava ciwanan de gelekî kêm e, lê di nava mirovên bi temenê de zêde ye. Li gorî vê yekê rêjeya kesên temenê 39 salî de ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest didin 0,2 ji sedî ye, lê belê li nava mirovên zêdeyî 80 salî 14.8 ji sedî ye.

Her wiha heta niha nehatiye tespîtkirin ku zarokên kêm 10 salî ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest dabe. Bi giştî jî rêjeya mirina ji ber vîrûsê di nava jinan dwe 1.7 ji sedî, di nava mêran de 2.8 ji sedî ye.