Li Çînê hejmara miriyan 100’î derbas kir, vîrûs li derveyî welat belav dibe

Li Çînê hejmara kesên ji ber vîrûsa Korona mirî sedî derbas kir û cara destpêkê ji derveyî Çînê nexweşiya ku ji mirovekê belavî miroveke din bibe hate testpîtkirin. Hikûmeta Çînê daxwaz ji hemwelatiyên xwe kir ku welat neterikînin

Vîrûs hema Kanûnê li bajarê Wûhan yê navenda welat derket holê. Heta niha ji derveyî Çînê ku ji miroveke belavî miroveke din bine nehatibû testpîtkirin. Virûs tenê yên vedigeriyan Çînê yan jî ji Çînê diçûn cihên din ên cîhanê de dihate dîtin.

Lê cara destpêkê li Japonya û Elmanyan nexweşiya ku ji mirov derbasî mirov dibe hate testpîtkirin. Gelek welat amadekariyan dikin ku hemwelatiyên xwe ji Wûhanê tehliye bikin.

Serokkomarê Çînê Şî Cînpîng qala şewbê kir û got; “Em ê destûr nedin îblîs xwe veşêre.” Rêveberiya Çînê bi veşartina vîrûsa Sras ya salên 2000'î hatibû sûcdarkirin ku bibû sedemê mirina bi sedan kesî.

Li Çînê li gorî daneyên fermî heta niha 107 kes mirine û hejmara nexweşiyan jî ser 4 hezar û 500’î re ye.

Ji derveyî Çînê li Asya, Evûstralya, Ewropa û Bakurê Emerîkayê li 12 welatan nêzî 50’î nexweş hene.

Rêveberiya Çînê ku dixwaze pêşiya şewbê bigre bang li hemwelatiyên xwe kir ku ne zêde pêwiste be derkevein derveyî welat. Beriya niha geştiyarên komî hatibû rawestandin.

Herêma xweser Hong Kong seferên ji Çînê tê daxistibû niviyê û ji 14 bendên kontrolê yên li sînro 6 girtî bû.