Li Çînê di madena komirê de şewat derket: Herî kêm 16 kes mirin

Di madena komirê de ya bi navê Shanjîaoshû ya li başûrê rojavayê Çînê şewat derket. Di şewatê de herî kêm 16 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Hat ragihandin ku şewata li madenê roja Yekşemê di saet 08.10’an de derketiye. Rayedarên bajarê Panzhoûyê eşkere kirin ku wan şewat vemirandiye, lê tespît kirine ku herî kêm 16 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li gor tesbîtên ewil şewat bi kembera barkêşê ketiye û wiha berfireh bûye.

Her çendî ku ewlehiya madenê li Çînê di nava deh salên dawî de baştir bûye jî, ji ber sepandina lawaz a qûralên ewlehiyê hîna jî di gelek kanan de qeza çêdibin.

Di meha Sibatê de li Moxolistana Hundirîn a li bakurê Çînê, di encama hilweşîna madeneke komirê ya vekirî de 53 kesan jiyana xwe ji dest da bûn. Bi dehan mirov û wesayît di bin xakê de mabûn. Rayedaran qasî bi mehan hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane, eşkere nekir. Hatibû eşkerekirin ku di meha Hezîranê de 53 kesan di vê qezayê de jiyana xwe ji dest dan.