Li Çînê çemê heriyê: 9 kes mirin

Li qadeke çiyayî ya rojavayê başûr ê Çînê çemê ji heriyê rabû û bi kêmanî 9 kes mirin, 35 kes birîndar bûn.

Li rojavayê başûr ê Çînê ji ber barana zêde çemên ji heriyê çêbûn. Li herêma Wenchuanê ya eyaleta Sîchuanê, çemê ji heriyê wesayita alîkariya lezgîn da ber xwe û agirkujekî 33 salî mir.

Li gorî ajansa Çînê ya Nû bi giştî 9 kes mirin û 35 kes birîndar bûn. Nêzî 100 hezar kes ji herêmê hatin valakirin.

Ji ber çemê ji heriyê elektrîk û av qut bûn, ziyan hate ser gelek pir û rêyan. Ajansa Xînhau ragihand ku zirar giha 9 hezar mal, du bendavan û 20 şîrketan.