Li Çînê 132 kes ji ber koronavîrusê mirin

Li Çînê 132 kes ji ber koronavîrusê mirin. Ev hejmar ji hejmara mirinên ji ber vîrusa Srasê ya di salên 2000’î de zêdetir e.

Li Çînê li gorî daneyên fermî nexweşên ji ber koronavîrusê bû 5 hezar û 974. Hate diyarkirin ku 132 kes jî ji ber vîrusê mirine.

Di salên 2002-2003’an de di vîrusa Srasê de 5 hezar û 327 nexweş hatibûn tespîtkirin û 349 kes miribûn. Bi giştî jî vê vîrusê bandora 8 hezar û 96 kesan kiribû û 774 kes miribûn.

Vîrusa li Wûhana Çînê derketiye holê jî bandoreke giran li mirovan dike. Navê vê vîrusê kirine 2019-nCoV. Ev vîrus û vîrusa koronavîrusê 80 ji sedî dişibin hev.

Pisporê nexweşiyên hilmstendinê Zhong Nanshan diyar kir ku ev vîrus bi qasî hefteyek deh rojan wê zêde bibe û piştre dibe ku kêm bibe.

Lêkolînerên Enstîtuya Tendirustiyê ya Neteweyî ya Emerîkayê jî li hemberî vîrusê dest bi amadekirina aşiyekê kirin.

Zanyarên Enstîtuta Doherty a Melboûrnê jî diyar kirin ku wan di şertên labaratûvarê de ev vîrus qelstir kirine û bal kişandin ser vî tiştî ku ev gaveke gelekî girîng e.