Li 8 bajarên Iraqê du rojan şîn hat ragihandin

Li 8 bajarên Iraqê bi mebesta sivikkirina xemên kuştî û birîndarên xwepêşandanan, bi fermî du roj şîn hat ragihandin.

Îro danê sibehê li bajarên Musenna, Dîwaniye, Necef, Kerbela, Babîl, Diyale, Zîqar û Wasit bi fermî şîn hat ragihandin û kar li dezgehan hate rawestandin. Lê belê şîn navendên xizmetguzariyê, tendirûstî, dezgehên ewlekariyê û banqeyan nagire nava xwe.

Şîn weke xemgirtina ji bo ew kesên ku di xwepêşandanên li Iraqê de hatine kuştin hatiye ragihandin. Li gorî bîlançoya dawî hêjmara kuştiyan gihiştiye zêdetirî 400 kesan û 17000 kesên din jî birîndar bûne.