Li 103 navendên Iraq û Başûr encamên hilbijartinê hate betalkirin
Komîsyona Bilind a Hilbijartina Xweser a Iraqê di encama îtirazan de li 103 navendan encamên hilbijartina Iraq û Başûrê Kurdistanê betal kir.
Komîsyona Bilind a Hilbijartina Xweser a Iraqê di encama îtirazan de li 103 navendan encamên hilbijartina Iraq û Başûrê Kurdistanê betal kir.
Komîsyona Bilind a Hilbijartina Xweser ya Iraqê têkildarî îtirazên encamên hilbijartina 12’ê Gulanê li tevayî Iraqê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ragihand ku encamên hilbijartinê yên 103 navendan hatine betalkirin.
“Têkildarî hilbijartina taybet, hilbijartina giştî û dengdana derveyî welat bi resmî hezar û 436 serdanên îtirazê hatin kirin. Di lêkolînên hatî kirin de 22 serlêdanên îtirazan bi cidî hatin tespîtkirin.
Li Bexda, Enbar, Selahaddîn, Hewlêr û Musil jî di nav de li 103 navendên hilbijartinê encam hatin betal kirin. Aliyên siyasî xwediyê mafê îtirazê birina temyizê ye.”
Komîsyona Bilind a Hilbijartina Xweser ya Iraqê ragihand ku aliyên dixwazin serdana temyizê bikin dikarin serî li Komîsyona Hilbijartinê bidin.