Hogel, li xwe mikur hatibû ku wî hingî rê li ber mirina 30 kesî vekiriye û cezayê girtina heta bi hetayê lê hatibû birîn.
Lê belê, raporeke polîsê Elman radixe pêş çavan ku ev kujerê bê rehm, herî kêm 90 nexweş bi rêya zêdekirina dozaja dermên kuştiye. Di raporê de hate ragihandin, gorên 134 kesên di dema karê Hogel de li nexweşxaneyan jiyana xwe ji dest dan hatin vekirin û îfadeya bi sedan şahidan hatiye girtin.
Arne Schmîdt ku komîsyona lêpirsînê bi rê ve dibe anî ziman, bi qasî 90 cînayet dikarin bên îspatkirin. Schmîdt diyar kir, tevî van cînayetan, herî kêm bi qasî wan cînayet jî hê nehatine îspatkirin.