Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

Lehiyê li Srî Lanka û Hîndîstanê da: Herî kêm 9 kes mirin

Di encama lehiya ku li Srî Lanka û hin herêmên başûrê Hîndîstanê rabûyî herî kêm 9 kesan jiyana xwe ji dest dan, 2 kes jî wenda ne.

Nîva 25 navçeyên Srî Lankayê bi taybetî platoyê bilind û navdar ên berhemhêneriya çay ya li navenda welat di bin bandora lehiyê de man.

Ji dawiya meha Cotmehê heya niha di encama lehiyên rabûyî de 5 kesan jiyana xwe ji dest dan, 2 kes jî wenda bûn.

Navenda meteorolojiya welat hişiyar kir ku di rojên pêş de dibe ku li peravên bakurê welat jî lehî rabin.

Li başûrê  Hîndîstanê ango welatên Tamîlliyan jî ji ber lehiyê 4 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Rayedaran diyar kirin ku wan ji bo belavkirina xwarinê 150 kamp avakirine.

Sala 2015’an li herêma Chennaî ji ber lehiyê zêdetirê 250 kesan jiyana xwe ji dest dabû.