Lêçûna 6 mehan a ji bo xisarên ji ber lehî û bahozê 72 milyar dolar e

Li gorî texmînên şîrketa sîgorteyê ya Swîss Re, di nîvê yekem a îsal de li seranserê cîhanê ji ber lehî û bahozê 72 milyar dolar lêçûn çêbûye.

Li gorî texmîna destpêkê ya Swîss Re, lehî û bahozên li çar aliyê cîhanê di nîvê yekem a salê de giraniya xwe li fatûreyên şîrketên sîgortayê kir. Ziyanên aborî yên ji ber karesatên xwezayî derketiye 72 milyar dolarî (70 milyar euro).

Ew li gorî nîvê yekem a sala 2021’an lêçûnek kêmtir nîşan dide. Di nîvê yekem a sala par de xisara aborî ya cîhanê 91 milyar dolar bû.

Lê li gorî şîrketa Swîsreyî, ev yek giraniya karesatên xwezayî ya her ku diçe zêdetir dibe ku wekî “ya duyemîn” tê îfadekirin, nîşan dide. Yanî karesatên wek lehî li Awûstralya, bahozên zivistanê yên li Ewropayê yên di meha Sibatê de yan jî barîna befrê li Fransayê her ku diçe zêde dibe.

Dema karesatên wekî qezayên pîşesazî yên ji aliyê mirovan ve li ser tên zêdekirin, lêçûna xisarên aborî û qezayên ji ber karesatên xwezayî di nîvê yekem a sala 2022’an de dibe 75 milyar dolar. Di heman pêvajoya sala 2021’an de lêçûn 95 milyar dolar bû.

Li gorî Swîss Re, zêdebûna karesatên xwezayî yên ku jê re tê gotin ya duyemîn ên wek lehî û tofan, li seranserê cîhanê li gorî karesatên mezin ên wekî erdhej an bahozê zêde dibe.

Ji pisporê Swîss Re Martîn Bertogg diyar kir: “Bandora guherîna avhewayê di zêdebûna bûyerên hewayê yên giran ên mîna lehiyên bê hempa yên li Awûsturalya û Afrîqaya Başûr de xuya dike.”

Li gorî heman texmînan lêçûna ji bo xisarên ji ber bahoza meha Sibatê ya li Ewropayê 3,5 milyar dolar bû. Hat diyarkirin ku lêçûna ji bo felaketên lehiyê yên ku piştî barana zêde ya di mehên Sibat û Adarê de li Awûstralyayê çêbûn heta niha gihîştiye 3,5 milyar dolarî. Li Fransayê ji ber barana zêde û barîna berfê 4 milyar dolar zirar gihîştiye şîrketên sîgortayê.