Le Soleîl: Tirkiye li herêmê faktora bêaramiyê ye

Ji Zanîngeha Quêbecê profesor Davîd Bensounssan li ser rojnameya '''Le Soleîl'' Tirkiyeya Erdogan bi navê ''baleya averêbûnan'' nivîsek nivisî.

Bensosusan bal kişanda ser averêbûna radîkal a li ser polîtîkaya derve ya  Tirkiyê, her wiha bal kişande ser krîza aborî, kontrolkirina medyayê û darazê û got, ''Îro Tirkiye wiha tê nirxandin, ku mafên kesan lê tê binpêkirin, azadiya ramanê û çapemeniyê tê binpêkirin.''

Bensoussan her wiha bal kişande ser xeyalên Erdogan ên li ser Osmaniyan, polîtikaya Sûriyê, ser êrîşên dagirker ên li ser Kurdan û gelek mijarên din.

Bensosussan dîsa gefên Erdogan ên li ser Kurdan ên dagirkirinê bi bîr xist, Tirkiye ya ku ketiye çiravê destnîşan kir û ''baleya averêbûna'' bi qutebirî wiha got:

''Erdogan,  şowelyayekî bi bîra mirov tîne ku li gel şîroveyeke koreografî ya polîrîtmîk, li cihê ku lê heye fetlekê dide xwe û pîsta baloyê dixwaze bi serê xwe dagir bike. Ji bo ku ji ser pîstê derxîne piyên Kurdan bi zalimtî dieciqîne; ji bo pergala berevaniya hewayî ya S-400'î ku çav berdayê li ser hevkariya Rûsan û ji bo ku balafirên F-35 li ser xwestina hevkariya Emerîkayê ketiye nobetê, tangoyeke ranavîker dilîze, li ber Qetarê ku ji berfirehiya wê sûd werdigire, piyê xwe li hev dixe û dide xwe, ji bo ku pişta xwe nediyê bi Îranê re rû bi rû dibe, ji bo dîktatorê Sûriyê jî vê helwestê dihêle; ji bo ku bandorê li girseya  Ereb bike li ber Israîlê naziyên xwe dike, ji bo ku di Birayê Misilman sor bike, cirnexweşiyan li Misrê dike, li ser kuştina nûçegihanê Siûd bi dane kitekitên nû, li ber Siûdî dana strîptîzên ku zikê wan xemilî dike, dema ku radibe ser kontrdansê, li ber Rojava bi xwe qurmiçandin û tewandinê, çav dide bi milyonan Tirkên li Ewropayê. Vê navbeynê Sûriye û Sûriyeyî hev dikujin.

Rojhilata Navîn cîrantiyeke bi problem e. Gelek dewlet, bêyî ku biryarên surprîz ên Serok Trûmp hesab bikin, ji ber sedema polîtîkaya Tirk ku mîna gula ber bayê difitile hatin ser rewşeke ne aram. Tirkiyeye Serokkomar Erdogan, li herêmeke ku bi şer ji hev çiriyaye faktoreke zêdek a bêaramiyê ye.''