'Dibe ku Îran di salek an jî du salan de bibe xwedî çeka nukleerî'

Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drîan diyar kir, eger têkbirina peymana nukleerê ya bi Îranê re dewam bike wê Îran di nava salekê ya jî du salan de karibe bibe xwedî çeka nukleerî.

Wezîrê Fransayê Jean-Yves Le Drîan ji radyoya RTL re axivî û diyar kir ku Îran vê gavê ne di wê pozîsyonê de ye ku karibe bibe xwedî çeka nukleerî û got, "Lê belê eger peymana Viyanayê bi vî rengî bê xerakirin, hingî di demeke kurt de, di nava salekê du salan de wê karibe bibe xwedî çeka nukleerî."

Piştî ku Serokê DYE'yê Donald Trûmp di meha Gulana 2018'an de bi rengekî yekalî xwe ji peymanê vekişand û li pêkanînan vegeriya, naveroka peymana nukleerê her vala dibe.

Fransa, Îngilistan, Elmanya, Rûsya û Çîn ku aliyekî peymanê ne piştgiriya xwe ya ji bo peymanê dewam dikin. Lê belê hîn jî nekarîn mekanîzmayeke ku pêkanînên Emerîkayê têk bibin bixin meriyetê.

Herî dawî piştî ku generalê Îranî Qasim Silêmanî di 3'ê Çileyê de ji aliyê DYE'yê ve li Bexdayê hate kuştin, Îranê hemû astengiyên li pêşiya dewlemendkirina ûranyûmê rakir. Peymana nukleerê di sala 2015'an de li Viyanayê hatibû îmzekirin.

Di çarçoveya peymanê de ji bo Îran nebe xwedî çeka atomê kontrolkirina karên wê yên nukleerê hate ferzkirin û di berdêla vê jî pêkanînên li ser Îranê diviyabû qonax bi qonax bihatibûna rakirin.