Lavên ku ji Kîlaûeayê pijiqîn tevlî okyanûsê bûn

Li Havaîyê lavên ku ji volkana Kîlaûeayê pijiqîn, xwe gihandin Okyanûsa Pasîfîkê. Dûmana bi asît jî li ser Havaiyê xetereyê çêdike.

Ajansa Jeolojî û Sîsmolojî ya Amerîkan (ÛSGS) diyar kir ku lavên ji Kîlaûeayê herikîne li peravên rojhilat ên Paûnayê xwe gihandine okyanûsê. ÛSGS’ê diyar kir ku di lavan de asîta hîdroklorîk, bûhar û parçeyên biçûk ên volkanîk hene.

Hate diyarkirin ku piştî teqînê lavan xwe bera qelîştekeke erdê dan û ya mayî jî tevlî avê bûye.

ÛSGS’ê diyar kir ku ev lav di sala 2000’an de li nêzî peravan bûbû sedema mirina du kesan.

Jeologên li Çavdêrxaneya Volkanên Havaiyê jî diyar kirin ku lav xwe bera qadên riwekî didin û ev tişt jî emîsyona gaza metanê zêde dike.

Kîlaûea ya ku li cîhanê volkana herî çalak e, li giraveke Havaiyê ye. Di 3’ê Gulanê de lav pijiqandibû û bi hezaran kesên li herêmê hatibûn tehliyekirin.

Zanyar diyar dikin ku tevgerên volkanî dişibin teqînên mezin ên di sala 1920’an de. Roja Duşemê lav bi qasî 6 metreyan bilind bû û beşeke otobana 137’emîn girtibû.