Krîza Yemen: Di şerê li Marîbê de 96 kes mirin

Di şerê navbera hêzê Şîa û hêzên hikûmetê ya ji bo kontrolkirina herêma Marîb a dikeve Bakurê Yemenê de, nava 48 saetên dawî bi kêmanî 96 kes mirin.

Li gorî AFP’ê yên ku agahiyan dispêre çavkaniyên leşkerî yên hêzên hikûmetê ku Erebistana Siûdî destekê dide yê, li herêma Marîb li gelek eniyan di şerê roja Çarşem û Pênşemê qewimîn de 36 leşkerên hêzên hikûmetê û 60 Hûsî jî mirine.

Hûsî bi fermî windahiyên xwe nadin. Ji ber vê yekê ji çavkaniyeke din piştrastkirina vê nemimkûn e.

Li aliyê din qasidê Yemen ê BMW Martîn Grîffîths roja pêncşemê bang li aliyan kir ku pêşniyara aştiyê qebûl bikin. Grîffîths got: “Niha yekan e tişta pêwîst, erêkirina aliyan e. Yekan e rêya ji şer rizgarbûnê çareseriyeke siyasî ya muzakreyê ye.”

Hûsî ji meha Sibatê ve li Marîbê li dijî hêzên alîgirên hikûmetê dest bi şer kirin. Şerê li Marîbê ji aliyê Yemeniyan ve weke ‘dayika şeran’ tê pênasekirin. Lê ji bo sivîlan jî kabûseke ku dawiya wê neyê ye.

Marîb eger bikeve destê Hûsiyan wê ji bo hêzên hikûmetê derbeke giran be. Li aliyê din şer ji bo sivîlan jî xeterieyek meizn e. Li herêmê herî kêm 1 milyon koçber li kampan in.

Şerê ji sala 2015’an û vir ve li Yemenê dom dike heta niha piranî sivîl deh hezar kes mirine. Ji ber vî şerê li Yemenê krîzên mirovî yên herî mezin tên jiyîn.