Krîza S-400: NATO û Enqere hê li hev nekirine

Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenbger ragihand ku hê wan têkildarî mijara sîstema parastinê ya Rûs li gel Tirkiyeyê li hev nekirine.

Stoltenberg ê di Forman Aborî a Cîhanê (WEF) ya li Davosê  de axivî got: “Heta niha li ser peymanekê me li hev nekiriye.”

Sekreterê Giştî yê NATO’yê got: “Ji bo çareserkirina pirsgirêkeke ku çavkaniya peydakirina pirsgirêkan ku di bi sêwana tifaqê de bê kirin tişta ji destê me bê em ê bikin.”

Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyeyê Mevlût Çawîşoglû jî anî ziman ku ji ber ‘gefên’ ku ew dorpêç kiriye pêwîstî bi sîstema parastinê ya S-400’an dîtine û bibîr xist ku ev yek ji bo tifaqa NATO’yê gefan çênake.

Kirîna S-400 bi taybet di navbera Enqre û Washîngtonê de bûbû mijara nelihevkirinê. Piştî kirîna vê sîstema ku rikberê herî mezin ê DYE’yê û şûnde rêveberiya Washîngtonê Tirkiye ji bernameya F-35’an derxistibû. Her wiha rêveberiya Washîngton gelek caran gefa guşarên tund ji bo Tirkiyeyê jî dabû, li gel vê jî têkiliyên xwe yên bi rejîma Enqerê re jî baş girtibû.

Tirkiye li bendê ye ku Nîsana 2020’ê sîstema parastinê ya Rûsya bixe rewşa operasyoneliyê.