Krîza Qatarê û pêvajoya piştî wê

Ji 5'ê Hezîranê û vir ve, ku krîzekê li dora Qatarê dest pê kir, pêvajoyeke nû dest pê kiriye. Ev serdema nû hêdî hêdî zelal dibe.

Ji 5'ê Hezîranê û vir ve li Kendavê krîzeke giran a dîplomatîk heye. Navê Krîza Qatarê li vê hate kirin. Erebîstana Siûdî, Bahreyn, Misir û Mîrnişînên Ereb ên Yekbûyî têkiliyên xwe yên dîplomatîk ên bi Qatarê re birîn. Siûdiyan ambarog danîn ser. Çar welatan Qatar sûcdar kirin, ku li qada ewlekariyê rê li ber bêaramiyê vedike û piştgiriyê dide terorîzmê. Piştre Lîbya, Yemen, Maldîvan, Morîtanya, Maûrîtîûs û Komoran jî têkiliyên xwe yên dîplomatîk bi Qatarê re birîn. Senegalê jî Sefîrê xwe yê bilind ê li Dohayê vekişand.

PIŞTÎ SERDANA TRÛMP

Vê krîzê, piştî serdana Serokê DYA Donald Trûmp a li Erebîstana Siûdî û peymanên bi 400 mîlyar dolarî rû da. Li gorî hin pisporan, serdana Trûmp a li Riyadê, li dijî terorîzmê û 'Îslama siyasî' pêleke girtina tedbîran afirandiyle.

TERORÎZMA OLÎ Û ÎRAN

Xanedana li Dohayê tê sûcdarkirin ku piştgiriyê dide Birayên Misilman, El Nûsra û DAIŞ'ê. Aliyekî din ê vê krîzê jî Îran e. Siûdî ji têkiliyên navbera Îran û Qatarê aciz in, ku Îranê weke dijminê xwe yê bingehîn dibîne.

YEKSER BANDORÊ LI TIRKIYEYÊ DIKE

Di nava hêzên ku bi xurtî Qatarê diparêzin de, Tirkiye serkêşiyê dike. Sûcdariyên li Qatarê tên kirin, yekser bandorê li Tirkiyeyê dikin. Di navbera van her du welatên navborî de hem ji aliyê aboriyê ve, hem jî ji aliyê rêxistinên ku palpiştiya wan dike, têkiliyeke berfireh heye.

SEKNA EWROPAYÊ

Tevî nerazîbûna eniya Siûdî, nerazîbûna DYA ya li dijî Qatarê derket pêş. Li aliyê din gelek welatên rojavayî bi Qatarê re têkilî danîn. Fransa, Îngilîstan û Elmanya serkêşiya vê dikin. Li gorî şîrketeke bi navê Volternetê, Îngilîz dixwazin li dora Qatar-Îran-Tirkiye-Birayên Misilman, 'eniyeke Îslamî' ya siyasî ava bikin. Ev hevalbendiya ku bi desteka Îngilîzan hewl tê dayin bê avakirin, tê gotin tevî îran, Qatar û Tirkiyeyê, herêma Îdlib a Sûriyeyê û Gazzeyê jî digire nava xwe. Ev tifaq weke parêzvanên Birayên Misilman derdikeve pêş.

Wezîrê Karên Derve yê Qatarê roja Duşemê serdana Parîsê kir. Şêx Mûhammed Bîn Abdul Rahman El Tanî diyar kir, wî dest bi tûra welatên tifaq û dost ên weke Fransa, Îngilîstan û Elmanyayê kiriye. El Tanî got, Fransa ji bo jiholêrakirina krîzê gelekî çalak e.

RÛSYAYÊ BAL BIR SER SÛRIYEYÊ

Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn jî, bi Qralê Siûdî Salman re rûnişt û anî ziman, ev krîz rewşeke gungaw a ji bo çareseriyeke li Sûriyeyê pêşkêş nake.

DENGÊN CUDA YÊN ÇAPEMENIYA EREB

Di nava çapemeniya Ereb de jî, ev du hefte ne dengên cuda tê bihîstin. Li şûna nivîsên ku piştgiriyê diidn Birayên Misilman, êdî nivîsên li dijî wan tên nivîsandin.

Wekî din, versiyona Erebî ya qenala nûçeyan a Îngilîz Sky News-Erebî, hin agahiyên li ser Qatarê eşker ekir. Li gorî belgeyên di 9'ê Hezîranê de hatin eşkerekirin, Qatarê, kuştina mûxalîfê çepgir ê Tûnisî Şukrî Belayid fînanse kiriye, ku di Belayid di 6'ê Sibata 2013'an de bi sûîqestê hate kuştin.

LIV Û TEVGERA HERÊMÎ

Ev hemû bûyer û rewş, weke destpêka pêvajoyeke nû tê dîtin. Em bala xwe bidin ser çend ji van bûyeran:

* Bi krîza Qatarê re li Lîbyayê liv û tevgerekê dest pê kir. Komên ser bi Birayên Misilman Trablûs terikandin û komeke milîs destûr da ku kurê Kaddafî Seyf Ûl Îslam were berdan. Di heman demê de bandora General Haftar hate zêdekirin.

* Li Misrê, Serokdewlet El Sîsî tevî hevalbendên xwe yên li Kendavê 'lîsteyeke terorîstan' amade kir.

* Tê îdîakirin ku rêveberiya siyasî ya Hamasê ya li Fîlîstînê reviya ye Îranê.

* Komên çete yên li Sûriyeyê weke 'cîhadîst' tên binavkirin, dest ij şerê rejîmê berdan.

* Li Iraqê karê artêşê yê li dijî Birayên Misilman û Neqşîbendiyan zêde bû.

* Tirkiye û Pakîstanê leşker şandin Qatarê.

* Qatar di rewşa heyî de xwe bi alîkariya Îranê xwedî dike.