Krîza Navalnî: Elmanyayê bi ambargoyê gef li Rûsyayê xwar

Hikûmeta Elman têkilî jehrdayina muxalîfê Rûs Aleksey Navalnî ji Rûsya xwest ku daxuyanî bide, hişyarî da, got, heke vê neke di 'rojên pêş de' dibe ku ambargo were danîn.

Wezîrê Karê Derve yê Elman Heîko Maas ji rojnameya Bîldê re axivî û got, ''Ultîmaton alîkariyê nade kesî, lê heke di rojên pêş de aliyê Rûs ser bûyerê ronî neke, em ê bêgav bimînin ku bi hevkarên xwe re li ser bersivekê gotebêjiyê bikin.''

Elmanya halê hazir seroktiya demê ya YE'yê dike. Maas heke biryara ambargoyê were standin, divê 'hedef'a wê hebe, îşaret pê kir projeyaNord Stream a gazê ya di navbeyna Rûsya û Ewropayê de jî, jê karîger bibe.

Muxalîfê sereke yê desthilata Pûtîn Aleksey Navalnî li Berlînê li nexweşxaneyekê tê tedawîkirin.

Li gorî hikûmeta Angela Merkel, beriya ku were Berlînê dema gereke li Rûsyayê bi madeya norotoksîkê ya ji celebê Novîtchokê ku dema Sowyetan bi armanca leşkerî hatibû hilberandin, hatiye jehrkirin.

Elmanya û welatên din ên Rojavayî derheqê gelek jehrdayinan ji Rûsyayê xwestin ku daxuyanî bide. YE ku li ser Rûsya bi giştî yekdengî dernakeve vê carê bi hev re helwesta xwe diyar kir.

Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov sûcdarî red kir û ji Berlînê xwest ku delîlan deyne holê.