Krîza li Yemenê mezin dibe: Alîkariya însanî kêm e

Ji bo bidawîbûna krîza mirovî ya li Yemenê, rêjeya alîkariyê ya ku di konferansa alîkariyê de hate komkirin ne gihîşt asta têrker.

Li gorî daxuyaniyên dawî yên Neteweyên Yekbûyî (NY), ji ber şerê navxweyî ku ji sala 2015'an ve diqewime li Yemenê krîzeke mezin a mirovî heye. Her wiha rîsk heye ku şewba Covîd-19 jî lê belav bibe.

Neteweyên Yekbûyî jî hewl dide bi dewletên ku çekan difiroşin Yemenê yan jî yekser di şer de cih digirin, ji bo çareseriya krîzê alîkariyê kom bike.

Di şerê navbera hikumeta Mansûr Hadî ku Erebistana Siûdî û welatên Kendavê li pişt e û milîsên Hûsî yên Şîa ku Îran li pişt e, bi deh hezaran mirovî jiyana xwe ji dest dan.

Du ji sê parên nifûsa Yemenê ya ji 30 milyon kesî, ketin rewşeke hewcedariya bi alîkariya însanî. Metirsî li ser 5.5 milyon kesî heye ku ne xwarin ne jî av bi destê wan bikeve.

PÊWÎSTÎ BI 2.4 MILYAR DOLARÎ HEYE

Ji bo çareserkirina krîza mirovî ya li Yemenê, Neteweyên Yekbûyî û saziyên cuda di navbera mehên Hezîran û Kanûnê de daxwaza  2.4 milyar dolarî kiribûn. Hate ragihandin ku 180 milyon ji vî pereyî wê tenê li dijî şewba Covîd-19 bê bikaranîn. Ji bo komkirina vê alîkariyê jî bi pêşengiya Neteweyên Yekbûyî û Erebistana Siûdî vîzyo-konferansek pêk hat û welatan dest bi komkirina alîkariyê kirin.

TENÊ 1.35 MILYAR DOLAR HATE KOMKIRIN

Lê belê di vê konferansê de ku di serî de Erebistana Siûdî gelek welatên bi firotina çekan tevlî şerê li herêmê bûne, alîkariya ku dihate xwestin nekarî bê komkirin. Di konferansê de tenê milyarek û 350 milyon dolar alîkarî hate komkirin.