Krîza li Ermenîstanê giran dibe

Li Ermenîstanê çalakiyên şermezarkirinê yên bi pêşengiya wekîlê partiya muxalîf Nîkol Paşîniyan didomin, polîsan êrîş bire ser çalakiyên li Êrîvanê û bi zorê Paşîniyan revandin.

Krîza li Ermenîstanê ev 10 roj in berdewam dike. Hevdîtinên di navbeyna Serokwezîr Serj Serkîsyan û lîderê muxalefetê Nîkol Paşîniyan tiştek bi xwe re neanîn û çalakiyan roja Yekşemê jî dom kirin.

Paşîniyan dema li nav çalakiyên protestoyî yên li Êrîvanê bû polîsan bi darê zorê ew revand. Wekîlê partiya muxalîf Sason Mîkaeliyan got Paşîniyan hatiye desteserkirin û got, ‘’Gel azadiyê dixwaze’.

Polîsan got li dijî destûran radibe, çalakiyên protestoyî yên dijî hikûmetê bi kar tîne û bi vê hincetê bi zorê ew ji nav çalakiyan hatiye derxistin.

Beriya vê bûyerê bi demeke kurt Paşîniyan ku bi Serokwezîr Sarkîsyan re axivî got, ‘’ez hatime ku bi te re li ser îstîfaya te biaxivim’’ û Sarkîsyan jî gotiyê, ‘’Ev ne şêla danûstaninê lê şantaj e’. Sarkîsyan got, ‘’Ez pêşniyarê te dikim ku li nav sînorên yasayî vegerî an jî ji tiştê ku bibin tu yê bepirs bî.’’

Li ser vê Paşîniyan got, ‘’Hûn ji rewşa Ermenîstanê fêhnm nakin, niha hêz di dest gel de ye’. Sarkîsyan got partiyeke ku di hilbijartinan de 8 ji 100’î deng standiye nikare li ser navê gel biaxive.