Krîza koçberan: YE’yê wê pêkanînên li ser Belarûsê berfireh bike

Nûnerê Bilind ê Polîtîkaya ji Derve ya Yekîtiya Ewropayê Josep Borrell têkildarê pêkanînên Konseya Wezîrên Kar û Barên Derve ya YE’yê ragihand ku ewê ji bo “Berfirehkirina çarçoveya huqûqî” çira kesk vêxin.

Josep Borrell ji rojnameya Fransî ya Joûrnal dû Dîmanche (JDD) re axivî got ku Konseya Wezîrên Kar û Barên Derve ya Yekîtiya Ewropayê wê 15’ê Mijdarê roja Duşemniyê pêkanînên li hemberî Belarûsê erê bike.

Borrell her wiha diyar kir ku ligel erêkirinê wê ceza “li hemberî her kesê yên mîna rêyên hewayî û acenteyên seyranî ku qaçaxçîtiya koçberan dikin” were pêkanîn û bi vê yekê ve girêdayî “wê seyrankirina ber bi Ewropayê û mal û darayîya wê werin cemidandin” were bicih anîn.

Her wiha cezayeke lezgîn ji bo “nêzî 30 kes ji rêveberiya Lûkaşenko yên destê wan di vê krîzê de hey” “ji roja Yekşemê û şûnde” were zêdekirin.

Borrell ragihan, “Lûkaşenko xwe dixapand. Bi vî rengî bawer dikir kuwê bikare mîsîlleme bike û destê me bitewîne û pêkanînan têk bide. Lê tam berevajî çêbû.”

Di vê navberê de bi dehan koçberên ku ji Belarûsê derbasê Polonyayê bûn hatin destgîrkirin. Polîsê Polonyayê li ser hesabê xwe yê Twîtterê daxuyaniyek da û ragihand ku 50 koçberan sînor derbaskirine û hemû hatine destgîrkirin.

Rojavayî bertekê nîşanî rejîma Aleksander Lûkaşenko weke ku wan bi zanebûn ev krîze organîzekirine didin.

Bi hezaran koçber li ser sînorê Belarûsê asê mane. Gelek koçber qefilîn û jiyana xwe ji dest dan. Rêxistinên mirovî diyar dikin ku herî kêm 10 koçberan jiyana xwe ji dest daye. Dereceya hewayê daketiye binê sifrê û nêzî 2 hezar kes li kampa herî mezin a nêzî gundê Bûrzgî yê Belarûsê dimînin. Di nava wan de jin û zarok jî hene.

Hikûmeta rastgir ên tundrew yê li Polonyayê jî naxwazin ku koçber derbas bibin û bi rengekî pir dijwar asteng dike.