Krîza DYE-Îranê ber bi ku ve diçe?

Alozî û rageşiya ku piştî kuştina generalê Îranî Qasim Silêmanî di navbera Washîngton û Tehranê rû da mezin dibe. Îranê hêzên Emerîkî hemû 'terorîst' ragihand. Gelo ev krîz wê bigihêje ku?

Piştî êrişên bi roketan ên hefteyên dawî yên li dijî navendên dîplomatîk û leşkerî yên Emerîkayê yên li Iraqê, rêveberiya Washîngtonê destpêkê li milîsên alîgirê Îranê xist. Di 29'ê Kanûnê de Hêzên Hewayî yên Emerîkayê li pênc kampên Tûgayên Hîzbûllahê yên ser bi Haşdî Şabî yên li Iraq û Sûriyeyê xistin, piştre jî 25 milîs kuştin ku fermandar jî di nav de hebûn. Beriya vê êrişê li dijî baregeheke DYE'yê ya li Kerkûkê êrişeke bi dehan roketên katyûşa hate kirin û wezîfedarekî Emerîkî yê bi peyman miribû.

KUŞTINA SILÊMANÎ

Di 31'ê Kanûnê de Tûgayên Hîzbûllahê û hin komên milîsên Şîa careke din êrişî Sefaretxaneya Bilind a Emerîkayê kirin. Herî dawî di şeva 2-3'ê Çileyê de Washîngtonê li balafirgeha Bexdayê li konvoya Fermandarê Hêza Qûdsê ya Îranê Qasim Silêmanî xist. Du wesayit bûn hedef. Di encamê de Qasim Silêmanî û Fermandarê Tûgayên Hîzbûllahê Ebû Mehdî El Muhendîs jî di nav de 5 Îranî û 5 Iraqî mirin.

General Silêmanî hem li welatê xwe he jî li derveyî welat yek ji kesayetekî herî girîng ê Îranê bû. Operasyonên derve yên Îranê bi rê ve dibir. Di mezinbûna bandora Îranê de ya li Rojhilata Navîn para xwe girîng bû. Têkiliya Tehranê ya bi Hîzbûllah a Lubnanê, hikumeta Beşar El Esad û milîsên li Iraqê xurt kir. Hêzên Qûdsê di heman demê de bi Hamas û Îslamî Cîhad ên li Filistînê û milîsên Hûsî yên Şîa yên Yemenê re têkilî danî. Hucreyên li Lubnan, Azerbaycan, Efganistan, Bahreyn, Sûriye, Yemen, Hindistan, Tirkiye û gelek herêmên din ên dinyayê belav bûn bi Hêzên Qûdsê yên bi serkêşiya Silêmanî ve girêdayî ne.

Rageşiya navbera DYE û Îranê, piştî ku DYE di Gulana 2018'an de bi rengekî yekalî xwe ji peymana nukleerê vekişand û pêkanînên giran li Îranê ferz kir mezin bû. Lê belê piştî kuştina Silêmanî ji Îranê bi rojane dengê tolhildanê bilind dibe. Ji ber gefên her du alî li hev dixin, metirsiya şerekî nû rû da. Hîn nayê zanîn ku Îran wê bi çi rengî bersivê bide. Rejîma Îranê ragihand ku di dem û cihê guncaw de wê toleke giran bê hilanîn.

ÎRANÊ HÊZÊN EMERÎKÎ HEMÛ 'TERORÎST' RAGIHAND

Gava dawî ya di krîza navbera herdu welatan li Îranê hate avêtin. Parlamenterên Îranî, ji Efrîka heta Asya Navîn û Rojhilata Navîn hêzên Emerîkî hemû 'terorîst' îlan kirin û qanûneke bi vî rengî pejirandin. Ev qanûna nû Pentagonê, hêzên Emerîkî hemû û her kesên ku tevlî kuştina Qasim Silêmanî bûn dide ber xwe.

NAMEYA 'VEKIŞÎNÊ' YA DYE'YÊ

Rojek beriya vê biryarê agahiyek ji DYE'yê belav bû. Di şeva 6-7'ê Çileyê de bi îmzeya fermandarê leşkerî yê Emerîkayê Wîllîam H. Seely III nameyek belav bû û tê de dihate gotin wê li gorî daxwaza Parlamenta Iraqê hêzên Emerîkî yên li Iraqê ji nû ve bi rêk û pêk bikin. Rêveberiya Bexdayê ragihand ku name gihîştiye ber destê wan. Wêneyekî li ser nameyê jî di medya civakî de bi berfirehî hate parvekirin. Pentagonê piştre daxuyaniyek da û ragihand ku şandina vê nameyê şaştiyek bû. Serokê Fermandariya Giştî Mark Mîlley got, "Ev şaşitiyek bû, name nehate îmzekirin û diviyabû ti carî nehatibûya weşandin."

PARLAMENTA IRAQÊ BIRYAR STANDIN

Parlamenta Iraqê di 5'ê Çileyê de ji bo derxistina hêzên biyanî ji Iraqê biryarek stand. Komele alîgirê Îranê jî bang li leşkerên Iraqî kir ku xwe ji herêmên hêzên Emerîkî lê ne vegirin.

GENERALÊ ÎRANÎ SALAMÎ: PÊVAJOYA VEKIŞÎNA DYE JI HERÊMÊ DEST PÊ KIR

Li bajarê Qasim Silêmanî Kerman roja Sêşemê merasîma cenaze pêk hat. Generalên Îranî di merasîmê de careke din gef xwarin.

Serfermandarê Mûxafizên Şoreşê Huseyîn Salamî îdîa kir ku pêvajoya 'vekişîna ji herêmê' ya DYE'yê dest pê kiriye. Salamî bi rengekî sergirtî axivî û got, "Em di heman demê de vê yekê ji dijminên we re dibêjin; em ê tola xwe hilînin û eger car din êriş bikin em ê tişta ku ew heyranê wan e bixin nava êgir. Ew zanin ku em qala kîjan deveran dikin."

RÛHANÎ Û SADR GEF XWARIN

Serokkomarê Îranê Hasan Rûhanî jî roja Duşemê hempîşeyê xwe yê Emerîkî hişyar kir û got, "Ti carî gefê li neteweya Îranê nexwe." Rûhanî beriya niha anîbû ziman ku wê bersiva leşkerî bidin û li benda dem û cihê guncav in.

Lîderê Şîa yê Iraqî Mûqteda Sadr ku piştî kuştina Silêmanî hêza milîs Artêşa Mehdî ji nû ve çalak kir bi gotina "Vîetnameke nû" gef li DYE'yê xwar.

NATO'YÊ KARÊN XWE RAWESTAND

NATO'yê ku karên xwe yên perwerdeyê yên li Iraqê rawestand, piştî ku roja Sêşemê bi rengekî awarte civînek pêk anî bang kir û got, "Xwe ji tundî û provokasyonê vegirin." Fransayê jî bang li Îranê kir ku 'bersivê' nede Washîngtonê.

Wezîrên Karên Derve yên Yekîtiya Ewropayê roja Înê wê der barê krîzê li hev bicivin. Seroka Komîsyona Ewropayê Ûrsûla von der Leyeng bang li aliyan kir ku rêyeke hevsengiyê hilbijêrin.

BERLÎNÊ BIRYAR WERGIRT KU BEŞEK JI LEŞKERÊN XWE VEKIŞÎNE

Artêşa Elmanyayê jî roja Sêşemê ragihand ku wê beşek ji leşkerên xwe yên ji bo perwerdeyê li Iraqê ne vekişînin. Hate ragihandin ku leşker wê vekişin Urdun û Qûweytê.

JI ÎRANÊ GAVA NUKLEERÊ

Li gel bangên ji bo kêmkirina gef û aloziyan rejîma Îranê dest bi qonaxa dawî ya betalkirina sozên di çarçoveya bernameya nukleerê de bû, kir. Qonaxa destpêkê salek piştî ku DYE xwe ji peymana nukleerê vekişand di meha Gulanê ya sala 2019'an de dest pê kiribû. Îranê ku qonax bi qonax sozên xwe betal kir, di qonaxa dawî de ragihand ku wê sînorê dewlemendkirina ûranyûmê nas neke.

TRÛMP: ÎRAN WÊ TI CARÎ NEBE XWEDÎ ÇEKA NUKLEERÊ

Serokê DYE'yê Donald Trûmp roja Duşemê bi rêya Twîtterê bersiva vê yekê da û got, "Îran wê ti carî nebe xwedî çeka nukleerê."

Ewropiyên ku aliyekî peymanê ne diyar kirin ku ew ji vê gava Îranê êşiyane. Rêveberiya Tehranê wê bi dilxwazî cihê xwe yê di nava bernameya kontrolkirinê ya Saziya Enerjiya Atomê ya Navneteweyî (UAEK) dewam bike.