Krîza Covîd-19’ê zêde dibe

Pandemiya Covîd-19’ê li dinyayê dibe sedema mirina gelek kesan û gelek welatan jî dest bi sistkirina tevdîran kirin.

Di meha Kanûnê de Covîd-19 derketibû holê û li temamî dinyayê heta niha 218 kes mirine.

Li 190 welatan jî bi qasî 3 milyon kes jî nexweş ketine. Ji ber ku hejmara testan hindik e, tê diyarkirin ku hejmara rastîn a nexweşan zêdetir e.

Li Tirkiyeyê li gorî daneyên hikumetê li welat 114.653 nexweş hatine tespîtkirin û 2992 kes jî mirine.

Li Îranê jî li gorî çavkaniyên mûxalif 36600 kes ji ber Covîd-19’ê mirine. Li Rûsyayê jî 100 hezar kes nexweş ketine.

Gelek welatên Ewropayê ketine heyra aboriyê û ji ber vê jî çavê wan lê ye ku tevdîran sist bikin. Welatên Ewropayê dixwazin bi vî awayî xisara ekonomîk kêmtir bikin.

Ji ber krîza pandemiyê jî tevgerên civakî kêm bûbûn û hêdî hêdî dadikevin qadan. Li Lubnanê girse daketin qadan. Li Trablûsşamê di navbera polîs û xwepêşandanan de şerekî giran çêbû. Li Trablûsşamê di du şevan de nêzî 100 kes birîndar bûn. Li gorî AFP’ê ekonomîst Samî Nadir gotiye ku “Welat bi teqîneke civakî diçe”. Nadir diyar kiriye ku pere ji sedî 200 qîmeta xwe kêm kiriye û qaweta kirîna tiştan jî kêm bûye.