Krîz wê welatê xizan bêhtir xizan bike

Li Efrîkayê ku pandemiya vîrûsa koronayê ya nû vê gavê bandoreke giran lê nekiriye, tê payin ku ji aliyê xurekê ve krîzeke mezin a însanî rû bide.

Vîrûsa Covîd-19 ku ji Çînê belavî tevahiya cîhanê bû, hîn di asteke kêm de li Efrîkayê belav bûye. Eger vîrûs mîna li deverên din li Efrîkayê belav bibe, sîstema tenduristiyê ya parzemînê wê di bin de bimîne. Vîrûsa Covîd-19 li tevahiya cîhanê li gel tenduristiyê her wiha bandoreke giran li aboriyê kirin. Tê gotin ku ev lawaziya aboriyê jî wê herî zêde bandorê li Efrîkayê bike.

Ji pisporên Bernameya Xurekê ya Cîhanê (WFP) a ser bi Neteweyên Yekbûyî (NY) Arîf Hûsaîn çend roj berê daxuyaniyek da û diyar kir, ku ji ber Covîd-19 di peydakirina berhemên çandiniyê de rewşeke giran heye.

Li gorî WFP'ê, ji ber karantînayên bi sedema Covîd-19 ketine meriyetê, dewlet û şexs hewl didin xurekê li gel xwe komî ser hev bikin, lewma dibe ku xela di hin berheman de çêbibe. Eger ev rewş bidome û aborî lawaztir bibe, dibe ku welatên herî qels ji aliyê xurekê ve zor û zehmetiyên giran bikişînin.

Di rewşeke wiha de jî welatên ku herî zêde bikevin bin bandora vê krîzê wê ew welat bûn ku berhemên çandiniyê ji derve dikirin.

BI SEDAN MILYON MIROV DI REWŞEKE XELAYÊ Û BIRÇÎBÛNÊ DE NE

Li gorî daneyên WFP'ê, her sal 2.8 milyar mirov bi saya birinc, soya, garis û genimê ji derve tên kirîn xwe xwedî dikin. 307 milyon ji van kesan li welatên ku 'ewlehiya xurekê' lê nîne yan jî 'di rewşeke xelayê de ne' dimînin.

Li gorî WF'ê, lawaziya aborî ya ji ber Covîd-19 rû bide wê li welatên xizan bi sedan milyon mirovî birçî bihêle.

WÊ BANDORA HERÎ GIRAN LI EFRÎKAYÊ BIKE

Welatên ku herî zêde bikevin bin bandora krîza Covîd-19 welatên li parzemîna Efrîkayê ne. Di serî de welatên li başûrê Çola Sahrayê. Van welatan di sala 2018'an 40 milyon ton zad ji derve kirîbû.

ROJHILATA NAVÎN Û LATÎN AMERÎKA EWLE NÎNIN

Di nava wan welatên ku WFP ji bo wan alarmê dide Îran, Iraq ku bi firotina petrolê ve girêdayî ne û Sûriye û Yemen jî hene ku şerê navxweyî zerareke mezin dane nava welatê wan.

Tevî vê yekê liv û tevgera civakî ya li welatên hilberîner ên mîna Arjantîn û Brezîlyayê jî wê bandorê li xurekê bikin.