Berdevkê Kremlînê Dmîtrî Peskov di civîna çapemeniyê de di bersiva pirsa derbarê bangên li dijî şer ên civata çandî hatî kirin got, “Ne dema parçebûnê ye, dema yekîtiyê ye. Li dora serokê me bibin yek."
Di dema ku tevgera leşkerî ya li Ukraynayê, ku di 24’ê Sibatê de destpê kiribû, berdewam dike, ajansa nûçeyan a TASS’ê ragihand ku baskê jorîn a parlamentoya Rûsyayê pêşnûmeqanûnek pejirand ku wê heta 15 salan cezayê girtîgehê ji bo her kesê ku bi zanebûn agahiyên "şaş" li ser hêzên çekdar ên Rûsyayê belav bike bibire.
‘SENATORÊ EMERÎKÎ BANGA KUŞTINA PÛTİN KIR’
Di vê navberê de, senatora Emerîkî Lîndsey Graham bang li "kesek ji Rûsyayê" kir ku ji bo kuştina Vladîmîr Pûtîn ku wê "xizmetek mezin" ji welatê wê û tevahiya cîhanê re bike sûîqest pêk bîne.
Senatora komarxwaz di dema weşana televizyonê de got ku kesek ji Rûsyayê "divê destê xwe biavêje vê karê" û "ji vî zilamî xilas bibe.” Graham piştre di rêze tweetan de got ku “Tenê yekê Rûsî dikare vê rewşê rast bike."