Kremlîn wê pêşniyara Biden a ji bo civîna bilind lêkolîn bike
Serokatiya Dewletê ya Rûsyayê ragihand ku wê pêşniyara Serokê DYE'yê Joe Biden a ji bo civîna bilind lêkolîn bikin.
Serokatiya Dewletê ya Rûsyayê ragihand ku wê pêşniyara Serokê DYE'yê Joe Biden a ji bo civîna bilind lêkolîn bikin.
Qesra Kremlînê ragihand ku Joe Biden beriya rojekê bi rêya telefonê bi Serokdewletê Rûs Vladimir Putin re axiviye û pêşniyara civîneke bilind lê kiriye.
Berdevkê Kremlînê Dmitri Peskov got, "Hîn zû ye ku li ser vê mijarê tiştekî şênber bê gotin. Ev yek pêşniyareke nû ye ku bê nirxandin."