Kremlîn: Em gotinên Erdogan qebûl nakin

Berdevkê Kremlînê Peskov diyar kir ku ew gotinên Erdogan qebûl nakin ku Erdogan gotibû, "Rûsya li gorî Soçî û Astanayê tevnagere."

Berdevkê Kremlînê Dmîtriy Peskov bersiv da daxuyaniya Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan ku digot, "Rûsya li gorî Soçî û Astanayê tevnagere."

Peskov bi civîneke çapemeniyê ragihand ku ew gotinên Erdogan qebûl nakin û pê xemgînin ku ji ber li Idlibê rewş ne di asta tê xwestin de ye.

Peskov got, "Mixabin li vê herêmê gelek terorîst di nava hev de ne. Terorîst hem êrişî hêzên hikumeta Sûriyeyê dikin hem jî bi rêk û pêk êrişê dibin ser baregeha Rûs a li Hmyemîmê. Em ji vê rewşê gelekî bi fikar in."

Erdogan îdîa kiribû ku Rûsya li gorî hevdîtinên Soçî û Astanayê tevnagere û gotibû, "Em ê ya xwe bi xwe bikin."

Erdogan îro jî got, "Em ê li pêşberî bûyerên li Idlibê bêdeng nemînin. Bikaranîna hêza leşkerî jî di nav de em ê xwe ji hewldanan venegerinin."

Erdogan ku rojên dawî hem di mijara Idlibê de hem jî di mijara Lîbyayê de gotinên giran li dijî Rûsyayê bi kar tîne ji bo şîrketa leşkerî ya Rûs Wagner jî got, "Wagner hêzeke lejyoner e. Ew lejyoner in."

Hêzên Wagner li Idlibê piştgiriyê didin rejîma Sûriyeyê, li Lîbyayê jî piştgiriyê didin hêzên leşkerî yên General Xelîfe Hefter.