Vîrûsa Korona: Hejmara miriyan bû 259

Hate diyarkirin ji ber koronavîrusa li Çînê 259 kes mirine.

Hate ragihandin ku ji ber koronavîrusa li bajarê Wûhanê ya Çînê 259 kes mirine.

Komîsyona Tendirustiyê ya Neteweyî (NHC) diyar kir ku 1795 bi awayekî cîddî,vîrusê bandor li 11 hezar û 791 kesan kiriye. 118 hezar û 478 kes jî di bin muşadeheyê de ne, 243 nexweş tedawî bûne.

NHC’ê diyar kir ku di 24 saetên dawîn de 46 kesên din jî mirine. Hate diyarkirin ku li welatên wekî Tayland, Japonya, Sîngapûr, Koreya Bakur, Evûstralya, Malezya, Elmanya, Fransa, DYE, Vîetman, Emîrtiya Ereban a Yekgirtî, Kanada, Îngîltere, Rûstya, Nepal, Hindistane û Swêdê jî ev vîrus hatiye dîtin.

Apple diyar kir ku ji ber vîrusê wan biryar dane ku hemû mixazeyên xwe yên li Çînê bigirin. Hate diyarkirin ku ev mixaze wê heta 9’ê Sibatê girtî bin.