Koreya Başûr: Îhtimala derketina şerê leşkerî bi hêz e

Li dijî Koreya Bakur a ku ji ber ceribandinên fuzeyên bi nukler rê li ber aloziyên mezin ên welatên rojava vekirî, yek ji gefên din ji Koreya Başûr hat.

Serok Dewletê Koreya Başûr Moon Jae In ragihand ku bûyerên çêdibin dibe ku rê li ber şerekê veke.

Di daxuyaniya ku li ser navê Serok Dewletê hatî kirin de hat gotin ku 'Li ser sînorên her 2 welatan îhtimala derketina şerekî leşkerî gelek bi hêz e."

Her wiha di daxuyaniyê de tê gotin ku di demên dawî de ceribandain fûzeyên menzîla wan dirêj û nûkler zêde bûye û li dijî êrîşekê hişyarî hate dayîn.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di dema êrîşê de wê bersiv ji bo Koreya Bakur were dayîn.