Koreya Bakur sîmulasyona ‘êrîşa bi taktîk nukleer’ê pêk anî
Koreya Bakur serikên şer ên nukleerî yên sexte li du fuzeyên menzîldirêj bi cih kir û avêt Derya Zer. Bi vî rengî 'sîmulasyoneke nû ya êrîşa bi taktîk nukleer'ê pêk anî.
Koreya Bakur serikên şer ên nukleerî yên sexte li du fuzeyên menzîldirêj bi cih kir û avêt Derya Zer. Bi vî rengî 'sîmulasyoneke nû ya êrîşa bi taktîk nukleer'ê pêk anî.
Di ajansa nûçeyan a dewletê KCNA de, ev tişt hat ragihandin, “Ji bo ku dijminan li hemberî xeteriya şerê nukleer hişyar bikin, 2’ê Îlonê sîmulasyona êrîşa bi taktîk nukleer hat pêkanîn.”
Hat gotin ku ev tatbîqat ji tatbîqatên leşkerî yên hevpar re ya di navbera Koreya Başûr û DYE’yê de, bersivek e.
Seûl û Washîngton heta 31’ê Tebaxê qasî 11 rojan tatbîqatên bi navê Ûlchî Freedom Shîeld pêk anîbû.
KCNA’yê wiha got: “Du fuzeyên stratejîk ên menzîldirêj ku serikên şer ên nukleerî yên sexte li ser hatibûn bicihkirin, ji peravê rojavayê Koreya Bakur ber bi başûr ve hat avêtina derya.”
Serokatiya Fermandariya Giştî ya Koreya Başûr jî roja Şemiyê daxuyaniyek da û ragihand ku li gorî saeta herêmî di derdora saet 04.00’an de bi hejmarek nehat zanîn fuzeyên sexte hatin avêtina Derya Zer.
Roja Pêncşema borî rejîma Koreya Bakur ragihandibû ku weke parçeyek ê “simulasyona êrîşa bi taktîk nukleer”, du fuzeyên menzîlkurt berdabûn.
Tatbîqatên Emerîka-Koreya Başûr bi sîstematîk rû bi rûyê nerazîbûna Koreya Bakur dimîne û Pyongyang vê yekê weke provaya dagirkeriya xaka xwe dinirxîne.