Ji Çînê heta paytexta Koreya Başûr Seûlê, herêmeke berfireh bi vê erdhejê hesiya bû. 8 deqe piştî erdheja dijwar, bi dijwariya 4.6 pileyî erdhejeke din rû da bû. Çend saet beriya rûdana erdhejê, dîmenê lîderê Koreya Bakur Kîm Yong Ûn hatibû weşandin ku li gel bombeyeke nû ya hîdrojenê bû. Tê gotin, cerheja li kûrahiya 10 kîlometreyî ya binê erdê li herêma moşeka nukleerî ya Koreya Bakur lê hate ceribandin, bi rengekî xwezayî nebûye, ev erdhej bi destê mirovan bûye. Koreya Bakur ragihandibû, ku wan testa şeşemîn a nukleerî kirine û çekeke bi têra xwe pêşketî ya nukleerî hilberandine.
DEST BI TESTA RADYASYONÊ HATE KIRIN
Koreya Bakur, piştî erdheja mezin daxuyaniyek weşand û ragihand, erdheja bi dijwariya 6.3 pileyî, ji ber ceribandina bombeya hîdrojekê pêk hatiye. Japonyayê jî diyar kir, erdhej ji ber ceribandina şeşemîn a Koreya Bakur a li binê erdê rû daye. Japonyayê herî kêm 3 jetên şer bi hewa xist û li hewayê dest bi testa radyasyonê kir.
Tê gotin, Koreya Bakur dikare bi moşeka xwe ya balîstîk bombeyê bigihîne heta Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê.