Koreya Bakur: DYA’yê li dijî me şer îlan kir

Koreya Bakur, diyar kir ku gotinên Serokê DYA’yê Donald Trûmp ên dawiya hefteyê li hemberî welatên wan kirî weke ‘Îlana şer’ pênase kir, ragihand ku eger balafirên şer nêzî peravên welat bibin wê bixîne.

Di çarçoveya civînên Desteya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) li hemnberî Wezîrê Karê Derve yê Koreya Bakur Rî Yong-ho yê li bajarê New Yorkê gotinên tund kiribû.

Rî Yong-ho yê ku gotinên Serokê DYA’yê Donald Trûmp ên dawiya hefteyê li hemberî welatên wan kirî nirxand, îdîa kir ku Trûmp li dijî welatê wî şer îlan kiriye. Rî Yong-ho bibîr xist ku roja Şemiya borî balafirên şer ên Amerîkayê li nêzî peravên welatê wan firiyane, anî ziman ku li hemberî vê ‘mafê bersiv’ dayinê heye. Rî Yong-ho diyar kir ku eger ev firîn dewam bike gefa ku wê bixin kir.

Wezîrê Karê Derve yê Koreya Bakur jî wiha got: “Wê hemû cîhan bibîr bixin ku DYA’yê destpêkê şer li dijî welatê me îlan kiriye. Madem DYA’ê li dijî welatê me şer îlan kir, em jî dikarin balafirên şer ên Amarîkayê ku ne li ser seheya hewayi ya welatê me jî be, heta mafê xistina jî heye.”

Donald Trûmp , di daxuyaniya xwe ya roja Şemiyê de, ji bo Serok Dewleta Koreya Bakur Kîm Jong Ûm peyva ‘Zilamê Fuze’ bikar anîbû û anîbû ziman ku dikarin Wezîrê Karê Derve ji welatê xwe derbixin.

Gotinên tund ên di navbera her du lîderan de di nava mehên dawî de her ku diçe zêdetir dibe, gefên şer ên li hemberî hev derdikevin pêş.