Koreya Bakur bûroya têkilîbûnê ya Başûr rûxand

Koreya Bakur bûroya têkilbunê ya bi cîranê xwe Koreya Başûr e, a li bajarê Kaesongê, ku li ser sînor, bi êrîşeke hewayî rûxand.

Wezareta Yekkirinê ya ji têkiliyên du koreyan berpirs a ku li paytexta Koreya Başûr Seulê ye, ragihandibû Koreya Bakur Sêşemê bûroya têkilbûnê ya li Kaesongê ya li ser sînor rûxandiye. Bûroya têkilbûnê 2018'an hatibû vekirin.

Piştî vê daxuyaniyê bi çend deqeyan ajansa nûçeyan a Koreya Bakur ragihand dengê teqînekê hatiye û dûxan jê çûye.

Dawiya heftiyê xwîşka lîderê Koreya Bakur Kîm Jong Un, Kîm Yo Jong gef xwaribû, piştî vê bûro hatibû rûxandin.

Kîm Yo Jong got, ''Di maweyeke kurt de bûroya bêkêr a têkilbûnê ya di navbeyna Bakur û Başûr de bi rengekî trajîk wê bi temamî were rûxandin.''