Konseya Ewropa: Biryara li ser Demîrtaş xwedî hikm e
Piştî ku Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan biryara DMME'yê ya li ser siyasetmedarê Kurd Selahattîn Demîrtaş qebûl nekir, Konseya Ewropayê bersiv da.
Piştî ku Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan biryara DMME'yê ya li ser siyasetmedarê Kurd Selahattîn Demîrtaş qebûl nekir, Konseya Ewropayê bersiv da.
Berdevkê Konseya Ewropa Danîel Holtgen li ser hesabê xwe yê Twîtterê daxuyanî da û got; “Li gorî xala 46’an a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) hemû dewletên endam divê li gorî biryara dadgehê tevbigerin''.
Under Article 46 of the Convention all member states are bound by the rulings of the Court. https://t.co/KFstkbFthh
— Daniel Holtgen (@CoESpokesperson) November 20, 2018
Piştî biryara berdana Demîrtaş a Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê Serokkomarê Tirk Erdogan got; “'Ti hikmê biryarê ji bo me tine, em ê gavên hewce bavêjin û karê xwe bikin.” Erdogan bi vê gotinê hiqûqa navnetewî ya ku Tirkiye jî pabendê wê ye ji tine ve hesiband.
Wezîrê Dadê yê Tirk Abdulhamît Gul jî daxuyaniyeke mîna ya Erdogan da û got; “Wê saziya darazê biryara xwe bide''.