Konseya Ewlehiyê ya NY: Bila li Lîbyayê ambargoya çekan were kirin

Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî êrîşa hewayî ya li dijî kampeke penabera mehkûm kir, banga agirbestê kir û bang li welatan kir ku bila çekan neşînin ji Lîbyayê re.

Roja Sêşemê di çarçoveya operasyonên li ser Trablûsê balefirên şer ên Mareşal Halîfe Haftar li kampa penaberan dabû û herî kêm 53 penaber miribûn. Civaka navneteweyî nerazîbûnên tund nîşanî êrîşa li Tajoûrayê dabû.

Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî caran duyemîn civîn li dar xist û ev êrîş mehkûm kir. NY’ê banga agirbestê li herdu aliyan kir.

Di deklarasyona NY de hate diyarkirin ku aştî û îstîkar bi çareseriyeke siyasî dikare were kirin û bang li dewletan kir ku bila li dijî Lîbyayê ambargoya çekan pêk bînin.

Derketibû holê ku Misir û Emîrtiya Ereban a Yekgirtî çekan dide hêzên Haftarê û Tirkiye jî çekan dide çeteyên ku piştgiriya hikumetê dikin.