Konferansa li Bogotayê ket roja xwe ya dawî

Li Zanîngeha Dîstrîta ya li paytexta Kolombiya Bogotayê Konferansa bi sernavê “Heta Avakirina Civaka Demokratîk rabûna li ber Kapîtalîzmê” di roja sêyemîn û dawî de ye.

Konferansa sê rojî 28’ê Tîrmehê destpê kir. Ji 15 welatan 50 organîzasyon beşdarî konferansa bi sernava “Heta Avakirina Civaka Demokratîk Li Dijî Kapîtalîzmê Rabûn” ku paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a “Konfederalîzma Demokratîk û Neteweya Demokratîk” digire dest, bûn.

Di roja duyemîn a konferansê de komên xebatê yên cuda hatibûn avakirin. Ev kom bi taybetî li ser sernavên mîna “Rêveberiya Xweser”, “Ekolojî û herêm”, “Ekonomî û herêm”, “Jin û azadiya jinê”, “Nîqaşa fikiran”, “Ciwan” û “Demokrasî û dewlet” sekinîn. Di van Xebatan de ku li dora van sernavan hatin meşandin, hewl hat dayîn ku aliyên hevpar ên têkoşînên li erdnîgariyên cuda werin diyarkirin.

MASEYA JINÊ

Di xebatên maseya jinê de, nexşeyekî bal dikişand ku nîşan dida ku her jinek ji kîjan welatî hatiye. Di xebata vê maseyê de tevgera jinên Kurd tecrubeyên xwe parve kir û pêşniyara Konfederalîzma Jinên Cîhanê ji nîqaşê re hat vekirin. Koma xebatê piştre li ser mijarên bingehîn ên ku ji têkoşîna jinan re dibe asteng, sekinî. Ji organîzasyonên Meksîka, Perû û Kolombiyayê organîzasyonên cuda beşdarî atolyeya jinê bûn.

MASEYA DEWLET Û DEMOKRASIYÊ

Ji Meksîka, Kolombiya, El Salvador û Kurdistanê kes beşdarî maseya ku mijara dewlet û demokrasiyê lê hat nîqaşkirin, bûn. Di nîqaşan de stratejiyên têkoşînê yên li dijî netew dewletan hatin destgirtin.

MASEYA EKONOMIYÊ

Ji organîzasyonên ji Brezîlya, Kanada û bi giranî ji Kolombiyayê beşdarî maseya ekonomiyê bûn.

MASEYA EKOLOJIYÊ

Gelên herêmî yên li Kolombiyayê û Afro-Emerîkiyên ku li vir têkoşîna nasnameyê didin, tevlî maseya ekolojiyê bûn. Projeyên mega yên şîrketên ku xakê talan dikin û gelên herêmî ji xaka wan dikin, bû rojeva bingehîn. Qala êrîşên li ser xwezaya Kurdistanê jî hat kirin.

MASEYA CIWANAN

Rêxistinên Kolombiyayî û rêxistinên ciwanan ên li Perûyê tevlî maseya ciwanan bûn. Danasîna ciwanan hat kirin. Tevgera ciwanên Kurdistanê jî di vê komê de tecrubeyên xwe parve kir.

MASEYA RÊVEBERIYA XWESER

Ji Kolombiyayê gelek rêveberên organîzasyonê beşdarî vê maseyê bûn. Ji Paragûay, DYE û Kurdistanê tevlîbûn çêbûn.

Di maseyek dawî de jî nêrînên cuda hatin nîqaşkirin. Beşdarvan ji pirsa “Em cîhaneke çawa, sîstemeke çawa xeyal dikin” re li bersivên felsefî geriyan.